-
1.
+2 -1Hebû tunebû pîrek û rovîyek hebû. Pîre her roj mangeya xwe didot û şîrê xwe dikir bin teştekê û diparast.
Rovîyek jî, her roj, bi dizî dihat mala pîre û şîre wê vedixwar. Pîrê mereq dikir :
-Gelo ev kî ye şîrê manga min vedixwe?
Rojeke pîrê bivirekî tûj dike destê xwe û dipê. Rovî dîsa tê ku şîr vexwe. Pîre bivir radîke û bi hemû hêza xwe li boça rovî dixe. Boça rovî qut dibe. Dibe kaze-kaza rovî, digirî.
Rovî, şerm dike ku bê boçir here ba hevalên xwe. Li ba pîrê radiweste û li ber pîrê digere ku pîrê boçika wî bidê. Rovî lavan dike û dibêje :
-Pîrika min a delal!
Ji bo Xwedê boçika min bide min.
Pîrê dibeje :
-Ku tu şîrê min. Bidî min ez ê jî boçika te bidim de. Rovî diçe cem mîhê û dibêje :
-Mîhe mîhe ka hinek şîr bide min.
Mîh dibêje :
-Ka here ji min re giha bîne.
Dewama çîrok Hûn jî be ;)
başlık yok! burası bom boş!