1. 27.
    0
    sportif
    ···
  2. 26.
    +1
    kürdü aşağılama var. şukuladım :d
    ···
  3. 25.
    0
    çalıntı yapma oç
    ···
  4. 24.
    0
    çalıntıymış amk
    ···
  5. 23.
    0
    updullah
    ···
  6. 22.
    +1
    çalıntı çüküleyin oçu

    (bkz: türkle kürt birgün matematik dersindelerimiş)
    ···
  7. 21.
    0
    hahahhahahahahaa
    ···
  8. 20.
    0
    ahahaha
    ···
  9. 19.
    0
    @20 bigibtrgt amk
    ···
  10. 18.
    0
    @20 bu konuyu bekliyormuş
    ···
  11. 17.
    0
    amk hep aynı kafa espiriler öz olun lan artık
    ···
  12. 16.
    +1 -3
    tê gotin ku sê mirovên ehmeq li derekê rûniştibûn yek di ber wan de derbas dibe û silamê dide wan. ewan jî silama wî vedidin. her yek ji wan îdîa dike ku ewî silam daye wî. di nava wan de nîqaş çêdibe. di dawiyê de dibezin diçin ba wî zelamî û jê dipirsin ku ka wî selam daye kîjanî. ew jî dibîne ku ewan hersê jî ehmeq in, holê bersiva wan dide: di nav we de min selam daye wî yê ku gelek ji jina xwe bitirse. ka her sê jî bibêjin ku hûn çiqas ji jina xwe ditirsin.
    yê ewil holê got: “heçîke ez bûm, ez xwediyê pez bûm. herweha qederek mirîşkên min jî hebûn. xelkê behsa hêkrohnê dikir û digotin gelek xweş e. lêbelê min ne dizanî ka tama wê çawa ne. lewre jina min nedihişt ez bixwim. rojekê jina min ji malê derket min ji xwere got: hê jina min ne hatî ma çima ez ranabim hêkronekê çênakim û naxwim? ez rabûm min hinek rohn ji kilozî deranî û ez çûme kadînê, çar hêk jî min anî û min tawe amade kir. piştî wê çendê min kar kir ku agirî xweş bikim. min hew ku dît dengê jina min e. ya ji min hatî min rohnê xwe kir li piziya xwe û min hêkê xwe jî kirine li kumê xwe û danî li ser serê xwe. jina min hat gote min:
    -tu çi dikî?
    min got:
    -ez çi nakim. ez li ber mala xwe rûniştî me.
    jina min berê xwe da min û got:
    -here agirî xweş ke, hevîrê min ê tirş bûyî, da nanî bipêjim.
    ez rûniştim li ber agir û min agir xweş kir û wê nan peht. jina min hew dît lehiya rohnî da li bin tişta wê. wê welê hizir kû min bi xwe ve mîstiye. ji min re got, ew ne mîz e û herdû destên xwe bilind kir û jor de li nav serê min da. gava destê wê li ser serê min ket her çar hêkên min şikestin û pêlên wê bi serê min de hatin xwarê. got: “kura ev çiye?” ez rabûm û reviyam. ji hingê ve ez ne çûme mal.
    yê dudoyan got: deka gûh bide min. min ji xelkê dibihîst dıgotin kutilkên qeliyê xweş in. min jî diviya ku tam bikim belê, pa jina min ne dihişt ez bixwim. wê bixwe her gav ji xwe re kutilkên qeliyê çêdikirin û ji minre jî yên arxavikê çêdikirin. rojekê çû li ser avê û ez li kolanê bûm. min ji xwe re got: “pa bi xwedê ez ê rabim biçim hindek kutilkên wê bixwim.” ez bi lez rabûm çûme mal û rûniştim li ser firaxa kutilkan û min yekûyek avêtin devê xwe. cara dawiyê min sê kirin devê xwe da: yek li vî rexî, yek li rexê dî û yek jî li nav beyna herdûkan. ez rabûm da kû derî vekim belê hêj min devê xwe lêk nedayî min hin dît jina min ji wêve hat. ya ji destê min hatî hema min devê xwe miçand û hersê kutilk li devê min de man asê û lama min jî pif bî. berê xwe da min û got: “kura ev çi bi te hatiye?” pane ez newêrim devê xwe vekim min got: “i̇m!” hat destê xwe da lama min, hişke wek berî ye. “kura kengê hu li devê te hatiye?” her ez dibêjim: “i̇m!” bi destê min girt û ez birim li ba hekîmê gund. hekîmî gote min: “çi bi te hatiye?” her min digot: “i̇m!” destê xwe da lama min, ji kuçî hişktir e. hekîmî got: “baş e ez çi jê bikim xwîşka min?” jina min got: “ez xadim, pê neşterê der bike.” hekîm çû ku neşterê bînit û destê min di destê jina min de ne. ne ez dikarim birevim û ne jî desthilanîn ji min tê. hekîm neştera xwe anî û li lama min da. gava neşter gaha lama min, qetên kutilka li gel binên qeliyê hatin xwarê. min destê xwe ji destê jina xwe anî der û min baz da, heta ez li vê derê re derketim. heke hûn bawer nekin eve şûna neşterê ye, hêj sax nebûye.
    yê sisêyê got, ma ne dora min e. ez bixwe ne wekî hewe bêzirav im. heçîke ez bûm, ez xwediyê keriyek pez bûm. kul, keder û mereqa li ser dilê min ew bû ku ez firek mast bixwim. lêbelê were li jina min binêrin, vê sedêbabê nedihişt ez fireke mast tam bikim. rojekê ez rûniştim, min hizrê xwe kir û min ji xwe re holê got: “ma ev heyat e ya ez tê de. ev bindestî û serşûriya hanê ma wê hetanî kengê bidome. ma qey mirin ji vî halî ne xweştir e? ma ev koletiya ku ez tê de me, rojekê xilas nabe û ez jî wek zilamê xelkê serbest û azad jiyanekê najîm. were binêre lawo, pez yê min e, mal yê min e; lê ez nikarim li mastî binêrim. tûfî li min be, li vê jiyana bindest be. bila bimre koledarî, faşizm; her bijî azadî, serbest î. wele ez ê îro mêraniyek welê bikim ku hetanî roja qiyametê kurê camêran di koçk û dîwanxaneyên xwe de behs jê bikin. gelo bi xwedê kî çima xelk behsa emê gozê dikin, çima ehsa bişarê çeto, felîtê quto dikin? gelo ma ne ji ber mêraniya wan e?
    piştî ku min ev biryara dijwar da û min cesaret da xwe. ez serê sibê hêj zû ji xew rabûm min kalik û goreyên xwe li xwe kir û min xwe gorc kir. dema jina min ev amadeyiya min dît, got: “kura te xêr e, tê çi bikî?” serê ewil min bersivek nedayê. min got, ez ê cara dawiyê jî li rewşa wê binêrim, ka îro çawa ye?
    min dît dîsa jina min wek her caran rabû, çû li ber mastî sekinî, destê avêt kefçikê xwe ji kula dilê xwe re ew tûwika welê xweş ser hilanî danî ser nanekê û ket ser de xwar; ez zîq lê dinêrim. piştî nan û tûwika xwe xilas kir dest avêt kefçî û ket ser mastî, birek kefçikên xweş fir kir. rabû çû mastê xwe kire meşkê û dest bi keyandinê kir. min jî di ber xwe de welê hêdîka got: “ka firek mast.” çawa ku min welê got, berê xwe da min û bi dengekî sirt û dijwar: “te çi got, te çi got, ka bêje min?” min got: “welleh, min tiştek negotiye ezbenî, xwedê mala min xira biket, hek min tiştek gotibe. piştî qederek di ser de derbas bû, dîsa wekî cara ewil min got: “ka firek mast.”. vê carê serê xwe li min rakir, li serê min xurî da ber hirûbiyan: “kura tu çi dibêjî, çi minmina te ye?” min bersiva wê da: “welleh yek, billeh dudo, tilleh sisê, sema willeh çar, çawa deng ji vî dîwarî hatiye, welê deng ji min hatiye. piştî min qerara xwe ya dawî da, min got, bes e, eve kêr gihişte hestî. ez rabûm min kopalê xwe kire destê xwe, min zend û bendên xwe hilda û min hinkê simbêlên xwe jî bada, ez çûm li ber derî sekinîm, min lingek yê xwe avête derve, yê dî hê li mal de, di wî halî de min bang kire jina xwe: “ca li min binêre, erê welleh mast û sed car dî jî mast, xwedê navê xwe li tu kesî nekiriye, her du carên dî jî min gotibû “mast”. bila hemû ji te re bit. ew mala ku ez nekarim tê de firek mast bixwim, bila gû li ser wê malê bit. min ne ew mast divê, ne jî ew mal. piştî ku min ev got, min baz da. xwedê ez hê diçim wê malê, hê diçim...
    Tümünü Göster
    ···
  13. 15.
    +1 -2
    komik lan şukuladım
    ···
  14. 14.
    +1 -1
    kap şukuyu oç
    ···
  15. 13.
    +1 -2
    hahahahah nick6 bile girdim amk
    ···
  16. 12.
    +1 -1
    işte aradığım mizah evlat
    ···
  17. 11.
    +1 -1
    güldürdü bu sefer
    ···
  18. 10.
    0
    ahaha güldüm lan şuku
    ···
  19. 9.
    +1 -1
    @7 köşede jeton
    ···
  20. 8.
    +1 -1
    aha sonunda komik bişey lan
    ···