0
li gorî wan belgeyên ku di destê me de hene, derdikeve holê ku şaristaniyeke berz a neteweya kurdan hebûye. ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û mil bi milê neteweyên din ji bo pêşxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine. lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li cîhanê nemaze piştî îslamiyetê bandora ereban û dûgelên wan ji holê rabûne û têk çûne. ev nivîs û nivîskarên ku mane jî girîngtirîn belge ne ji bo pêşandana şanî û dirûvê çanda netewe û welatparêzên kurd, em dixwazin mînakekê bidin: hermîpos ku di sedsala sêyem a berî zayînê de jiyaye û hevçerxê hexamenişiyan e dibêje : ... "pirtûkek îraniyan heye ku navê wê avesta ye û bi zimanê medî hatiye nivîsîn... " heredotos mêjûnasê bi nav û deng ê yewnanî di dîroka xwe de nivîsiye: ... "diyaeko damezirînerê rêzepaşayetiya medî berî dadpirsînê, şikala (hizirname9 xwendiye... " kîtziyasê yewnanî ku bijîşkê qesra erdeşîrê babek bûye, di pirtûkek mêjûyî de nivîsiye û tê de behsa rojnameyên qes û derbarên şahan de dike. ev yek ji me re vê ronî dike ku di wê serdemê de jî bûyerên wê demê di rojnameyên der barî û yên girêdayî qesrê de hatine tomarkirin. geznefonê yewnanî jî di pirtûka xwe ya bi navê ... "perwerdekirina kûriş... " de behs û dabaşa hebûna dibistan , xwendin û perwerdehiyê ya li îranê dike. her wiha eflatûnê zana, plotarîkê mêjûnûs û çend mêjûnûsên din jî der heqê vê yekê de gelek tişt nivîsîne. ew beşa ... "tewrat... "ê ku bi zimanê hexamenişînî hatiye nivîsîn dabaş û behsa yasa, xwendin, nivîsîn û çanda medan dike. li gorî van belgeyan derdikeve holê ku li kurdistanê nivîsîn, xwendin, gibala, rojname, şaristaniyet, dadgeh û dadpirsîn hebûye. her wiha neteweya kurd xwediyê desthilatî, wêje, zanyarî û çandê bûye. û her wisa bûye sermeşqa pêşketin, çand û hunerê, ji hemû neteweyên ku cîhan pêk anîne. her wisa piraniya cih û warên pêşiyên me, ji ber sedema derbasbûna demê têk çûne. ligel wê jî lat û textê kevirên, bêstûn, serpêla zehaw, textê silêman û şûn û warên din ên ku li kurdistanê mane, girîngtirîn belgen e ji bo nîşandana jiyan û şaristaniyeta neteweya kurdan.