-
1.
+1 -2Wêranşar (bi tirkî: Viranşehir, bi yewnanî: Constantina an jî Constantia, Κωνσταντίνη, bi suryanî: Tella) yek ji navçeyên herî mezin ê Rihayê ye. Li Wêranşarê nêzîkî 150.000 kes dijîn. Dîroka Wêranşarê digihije berî zayinê 9000 salî.
Navên Wêranşarê di dema Roma û Bîzansiyan de Antoniopolis û Konstantina bû.
Navê bajêr tê wateya "bajarê wêran/xirbe" (bi ìngilîziya kevin: mierran, bi zimanên îranî: Vîran) û bi rastî jî di dîroka xwe de cend caran hatiye hilweşandin.
Tê gotin ku tirbên pêxember Eyûb û Îlyas li gundê 'Eyyup Nebî' hatine dîtin.
Li gorî dîroknasê Bîzansê John Malalas, ev bajar di dema Emparatoriya Roman de ji aliyê Konstantîn I li nêzî bajarê kevn yê Maximianopolis hatiye lêkirin. Bajar ji aliyê êrîşa Farisan û erdhejeke giran hatiye hilweşandin.
Ji sala 363 heta 540'an ev bajar bûye ciheke giring yê dema Bîzantînê, bi taybetî jî di serên di nava Faris û Roman. Herwiha, Antoniopolis weke navenda Edessa jî hatiye bikaranîn. Keşîşê Edessayê Yakûb Baradaeus li vir jidayik bûye. Bajar di sala 639'an de ji aliyê Ereban ve tê feth kirin.
başlık yok! burası bom boş!